Afrinpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku serkêşê milîsên “Sultan Silêman Şah/El-Emşat/” û bi sedan ji çekdarên xwe ji herêma Efrîna dagirkirî derketin.
Çavkaniyan teqez kirin ku yê bi navê Mihemed Casim“Ebû Emşe” beriya mehekê pev 600 çekdar ji milîsên “Sultan Silêman Şah” ji navçeya Şiyê derketin û berê xwe dan Lîbiyayê da ku tevlî nava şerên li Terablusê bibin.
Lê berî ku “Ebû Emşe” ji Şiyê derkeve, zext û zor li zengînekî navçeya Şiyê kir ku 20 hezar dolar û 650 tenekeyên zeytê (her tenekeyek 16 KG) lê zêde otomobîla wî jî jê standin.
Her wiha çavkaniyan ragihandin ku tenê ji navçeya Cindirêsê 500 çekdarên din, jê 300 çekdar ên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bûn û 200 jî yên milîsên “Feyleq El-Şam” bû.
Çavkaniyên pêbawer, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan agahdar kirin ku di 10’ê Çileyê de, milîsên Sultan Silêman Şah/El-Emşat ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, 8 sivîl di nava wan de jinek û zarokê wê ji gundê Eqelê yê navçeya Şiyê revandin.
Li gorî çavkaniyên Rewangeha Sûrî, milîsan bê ti şiyarî û tuhmetan arasteyî wan bikin, bi ser malên wan de girtin û birin cihekî ne diyar.
Li gorî rêxistineke hiqûqî, di 2’ê Çileyê de jî heman milîsan bi çek û zordestî, di nîvê şevê de derbasî mala jinepîreke kurd bûn. Navê wê pîrejinê Fatme bû û bi nasnava Fatûle naskirî ye. Li kolana Haco ya bajaroka Şiyê dijî. Çekdaran 2 milyon lîreyên Sûrî jê standin.