Afrinpost-Taybet
Milîsên“Mihemed El-fatih” ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, pêwîstiyên taybet bi şûştina miriyan ji mizgefta gundekî li gundewarê Efrînê dizîn.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Mabeta ragihand ku milîsên “Mihemed El-fatih”, 3 qazanên mezin, teşt û tasa ava germ ji mizgefta gundê Ereba dizîn û wek madeyeke baqirî firotin.
Piştî ku milîsên Îslamî li gel artêşa Tirkiyê Efrîn dagir kirin, dest bi hemleya dizîna amûrên baqirî yên kulturî ji malên welatiyên kurd kirin, lê zêde toreyên tansiyona elektirîkê ya bilind û toreyên telefonan ji tevahiya herêmê dizîn û li sûkan firotin.
Milîsên“Sultan Mûrad” bi diziya tiştên bi vî rengî hat naskirin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şera, roja Çarşemê 27’ê Sibata 2019’an, ragihand ku milîsên “Sultan Mûrad” xeta telefona erdî ya di navbera gundên Elkê û Keferomê armanc girt û kabilên telefonê yên baqirî bi rêya buldozeran ji bin erdê derxistin.
Di vê çarçoveyê de, çalakvaninan wêneyên çekdarekî bi navê “Ebû Deham” parve kirin û teqez kirin ku ew di diziya kabilên elektirîkê, baqir û firaqên malê yên baqirî de, dizekî mezin û naskirî ye û wiha dewam kirin; yê bi navê “Ebû Deham” li gundê Axçelê niştecih e û çekdarên wî rê li pêşiya sivîlan digirin.
Li dawiya sala 2018’an, welatiyan teqez kirin ku milîsên Îslamî bi zanabûn kabilên elektirîkê yên çerxerêya Maratê birîn lê zêde kabilên telefonê ji navenda posta sereke li Efrînê dizîn. Di 16’ê Tîrmeha 2018’an jî, milîsên “Sultan Mûrad” kabilên elektirîkê yên fermî û yên ampêran bi şevê ji taxa Efrîna kevn dizîn û bûn sedem ku piraniya malan ji elektirîkê bêpar bimînin.
Di berfanbara 2018’an de, hinek çavkaniyan ragihandin ku transforma elektirîkê ya bendava Meydankê, tabloyên elektirîkê, hemû kabilên elektirîkê yên sereke û nesereke, amûrên pîvandinê, kabilên monîtorên çavdêriyê û hemû tiştên stasyona avê ya Gemrûk, Birc Ebdalo, Til Tewîl, Cûmkê û Babilîtê hatin dizîn, lê zêde odeya kontrolê ya sereke jî xera kirin
Şêniyên Efrînê li herêma xwe bi dirêjahiya salên şerê Sûriyê ango ji 2012 heyanî 2018 hemû tiştên xizmetguzarî û xweşiyê parastin, lê piştî ku hat dagirkirin, ji aliyê milîsên Îslamî û niştedagîran ve hat dizîn û talankirin. Çekdar û niştedagîran hemû kabilên elektirîkê yên baqirî ji stûnên elektirîkê dizîn û stûnên elektirîkê yên textî jî, ji bo germkirinê birîn.