Ji ber êrîşeke hovane ya milîsên ” Feyleq El-Şam”… jineke kurd ya ducanî zarokê xwe ji dest dide û hejmarek ji şêniyên Mîdanekbezê birîndar bûn

Ji ber êrîşeke hovane ya milîsên " Feyleq El-Şam"… jineke kurd ya ducanî zarokê xwe ji dest dide û hejmarek ji şêniyên Mîdanekbezê birîndar bûn
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Grûpeke çekdar a milîsên ” Feyleq El-Şam” a girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn di 6’ê Mijdarê, şeva Çarşemê de li bajaroka Mîdanekbezê ya navçeya Raco bi ser hejmareke malên kurd çû û bi awayekî hovane êrîşî niştecihên kurd ku di nav de jineke ducanî, kir.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê ragihand ku grûpeke çekdar ji 9 kesan pêk tê û sermilîsê wê Ebû Tirkî(Mehmûd Qine) ye, bi şev bi ser mala şêniyên bi navê Şaban Hemîd komî girt, bi awayekî hovane li wî, mêvanê wî Farûq Xalid û hevjîna mêvanê wî Sêvîn ku du canî ye da.


Dema ku grûpê çekdar li wan dida, cîranên wan destwerdana bûyerê kirin ku di encamê de ew jî rastî lêdanê hatin.


Nûçegihan navên hinek kesên ku lêdan xwaribûn, belge kirin ku hejmara wan 8 kes bûn û ew jî ev in:
Necil Şêxmûs, Ismaîl Sîno û Siyamend Umer in. Her wiha nûçegihan teqez kir ku hevjîna Farûq Xalid Sêvîn tevî ku ew ducanî bû, rastî lêdaneke dijwar hat. Di encamê de xwînveresîneke tûj pê re çêbû ku derbasî nexweşxaneyê kirin û zarokê xwe yê nebûyî ji dest da.
Armanca êrîşa milîsan vedigere ku bazirganê zeytê Farûq Xalid razî nebû ku zeyta sermilîs Ebû Tirkî bikire, ji ber ku zeyta wî ya diziyê bû.


Piştî ku bazirganê zeytê Farûq Xalid zeyta Ebû Tirkî nekirî, pevçûn di navbera wan de derket, Ebû Tirkî çû û bi 7 çekdaran vegeriya, qurşîn ber bi ezman ve avêtin û êrîşî her kesê ku di rêya wan de sekinîn. Di wê bûyerê de hejmara kesên birîndar gihîşt 8 kesan. Ev êrîş li pêşiya çavên milîsên “polîsên leşkerî” pêk hat.


Malpera Afrinpostê ji jêderan agahî bi dest xist ku yên ji êrîşa milîsên Ebû Tirkî filitîne, bi egera ku ew doza xwe li ba milîsên “polîsên leşkerî” bi paş de bikişînin, gef li wan hatin xwarin.


Polîsên leşkerî bi zanabûn raporên tibî yên pev giliyê ji wan re hatibû pêşkêş kirin pûç kir û bê encam derxist.


Sermilîsê ” Feyleq El-Şam” ku bajarok dagir kirine, Selîl Ebû Hesen e ku berê 6 hêştir xwedî dikir lê piştî ku ji pişt dizî û talaniyê rewşa xwe ya madî baş bû, dev ji vî karî berda. Niha, piştî ku destê xwe danî ser 50 hektar ji erdên çandiniyê li derdora bajarokê, karên çandiniyê bi rê ve dibe.

Post source : Taybet

Related posts