Tevî hebûna xwediyên wan niştedagîr bazirganiyê bi malên wan dikin

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîr bazirganiya bi mal û milkên Efrîniyên hem yên koçber û hem jî yên li Efrînê mane, dewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî Xûtanî mala şêniyekî Kurd bi navê Hemîd Xelîl ji şêniyên gundê Meraniyê bi 750$ firot niştedagîrekî ji herêma Qelemonê. Tevî ku şênî li ba milîsan gilî li wî vekir da ku mala xwe ya li nêzîkî sûka Çarşemê ya bajêr vegerîne, lê yên bi navê ”polîsên leşkerî” giliyê wî paşguh kir.

Her wiha çekdarekî milîsên ”Ceyş El-Îslam” mala koçberekî bi navê Ebdo Ehmed ji şêniyên gundê Turindê yê navçeya Şêrawayê bi 900$ firot çekdarekî ku mala wî li dorhêla qada bazarê li taxa Eşrefiyê dikeve. Tê zanîn ku mala wî cara duyemîn tê firotin.

Li gorî çavdêran heta niha rêjeya mal û milkên ku milîsan desteser kirine, digihêje derdora 60% ku beşek ji wê yên koçberan in û beşek jî yên şêniyên ku li Efrînê mane, ye.

Related posts