AFRINPOST-Taybet
Eger binçavkirina şêniyekî Kurd bi armanca tengavkirin û şantajkirina darayî pêk tê, wê demê binçavkirina çekdarekî ji ber dizîn û bazirganiya bi çekan, aliyekî gendeliya sîstema ewlehî û bikaranîna çekan a bêserûber xuya dike.
Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku endamên istixbarata Tirkî roja Înê, xortekî Kurd bi navê Gîvara Hesen (29) salî ji mala wî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bê ku sedem û tawana wî were naskirin, bin çav kir.
Xort Gîvara di dikaneke mekanîkê li herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê de kar dike.
Li aliyekî din nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên ”El-Hemzat” ji derdora du hefteyan ve yê bi navê ”Mihemed Hemûd” bi nasnav ”Mihemed Hemreş” ku çekdarekî milîsan e, bi tawana dizîn û bazirganiya bi çekan ji milîsan, bin çav kir.
Nûçegihan diyar kir ku yê bi navê ”Hemûd” ji eşîreya ”Erebiye” ye û li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê dijî.