AFRINPOST-Taybet
Milîsên dagirkeriya Tirkî yên Ixwanî ne tenê malan desteser dikin, her wiha çavên xwe li ser malên ku kirêker tê de ne, ye.
Piştî ku kirêker malê ji xwediyên wê re vala dike, rasterast milîs deriyên wê dişikînin û dest datînin ser.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên ”Sultan Mûrad” mala şêniyê Kurd ê koçber Selah Osman ji gundê Kefercenê yê navçeya Şerayê desteser kir. Xwediyê malê li Heleb e, mala wî ya ku hatiye desteserkirin li kêleka mizgefta Şêx Şewax a li taxa Efrîna kevn e.
Nûçegihan diyar kir ku xwîşka şênî Selah xwedî li malê derdiket. Ew bi kirê dida û bi karûbarên wê radibû.
Beriya kêmî hefteyekê, şêniyekî Efrînî ku mal bi kirê biribû, vala kir da ku radestî xwîşka şênî bike. Lê piştî ku mal vala bû ku karên çaksaziya malê destpê kir, çekdarên milîsên ”Sultan Mûrad” deriyê wê şikand û desteser kir.
Taxa Efrîna kevn di bin dagirkeriya koma bi navê ”El-Şîşanî” ya milîsên ”Sultan Mûrad” e ku bêtirî 40 malî û 30 dikanên bazirganiyê desteser kirine.