AFRINPOST-Taybet
Hinek çekdarên ji bajarokê ”Eyncarê” yê gundewarê Helebê, Pêncşema borî li bajarê Efrînê yê dagirkirî ji ber ku zarokên wan û hinekên Kurd li hev xistin, êrişî şêniyekî Kurd bi navê Mehmûd Mihemed û bavê wî yê (60 salî) kirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku li dorhêla mizgefta Bîlal a taxa Eşrefiyê ya bajêr, zarokên Kurd û yên çekdaran pev ketin. Piştî ku lihevdana zarokan bi dawî bû, hejmareke cekdar li hev civiya, êrişî Mehmûd û bavê wî kirin û bi giranî li wan dan.
Xort Mehmûd ji şêniyên gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê ye û wek ajokarê buldozerê di meclisa xwecihî ya bajarê Efrînê de kar dike.
Afrinpostê beriya niha jî bi dehan êrişên çekdaran ji ber lihevdanên di navbera zarokên çekdar û Kurdan de bi nav û cî belge kirin û hêjî rewşên bi vî rengî bê hesab û lêpirsîn dewam dikin.