AFRINPOST-Taybet
Bazirganiya bi mal û milkên şêniyên Efrînê yên koçber û yên li bajêr mayî dewam dike ku niştedagîr û çekdar malan dikirin û difiroşin.
Li aliyekî din niştedagîr razî nabin ku mal û dikanên ku desteser kirine ji şêniyan re vegerînin. Her wiha li ser xanîberiyên desteserkirî pev diçin.
Têkildarî wê 2 niştedagîran li ser xaniyê şêniyekî Kurd pev çûn.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Pêncşemê 9’ê Îlonê 2021 piştî nîvro, pevçûnek di navbera koma ”Tebiş” a milîsên ”Cebha El-Şamiyê” û koma ji şêniyên ”Uwêce” li kêleka baxçeyekî taxa Eşrefiyê ji ber nakokiya li ser mala şêniyekî Kurd bi navê Reşîd Osman Mihemed qewimî. Mala Reşîd Osman di avaniya li hemberî baxçeyê taxa Eşrefiyê de ye. Di encama pevçûna di navbera niştedagîran de 2 kes ji şêniyên ”Uwêce” ji aliyê çekdarên ewlehiya ”Cebha El-Şamiyê” ve hatin birîndarkirin.
Girêdayî bazirganiya bi mal û milkên şêniyan jî, niştedagîrekî Xûtanî razî nebû dikana ku desteser kiriye û tê de dundirme difiroşe(navê dikanê ”dundirme Evîn”) vala bike û radestî xwediya wê bi navê Sultane Xelîl ji şêniyên gundê Elî Karo bike. Niştedagîr beramberî radestkirina dikanê, 1200$ bi hinceta ku dikan amade kiriye, ji şêniya Kurd Sultane, dixwaze.
Her wiha niştedagîrekî din jî, kirêya xaniyê Mihemed Emîn ji şêniyên gundê Qurtqulaqê ye, nade ku beriya wê derdorî mehekê milîsên ”Sultan Mûrad” şênî Mihemed Emîn ji dikana wî ya herêma pîşesaziyê revandibû.
Niştedagîrekî Xûtanî bi navê Fîras Oso mala şêniyekî Kurd bi navê Îsam Mihemed ji şêniyên gundê Behdîna yê navçeya Raco revand. Fîras wek xizmetkar di nexweşxaneya ”Avrîn” de dixebitî. Mala wî li ser rêya Turindê li hemberî dermanxaneya ”El-Heyat”, li kêleka nanpêjgeha ”Îman” dikeve. Niştedagîr mala wî bi 1200$ firot niştedagîrekî ji bajarokê ”Xan El-esel” yê gundewarê Helebê yê rojava.
Her wiha di çarçoveya destdirêjiya li ser daran jî, li herêma kenala avê ya li dawiya taxa Eşrefiyê di van rojên dawîn de 15 dar ji zeviyê şêniyê Kurd Hesen Nasir ji şêniyên gundê Qîbarê hatin birîn û hejmarek ji darên şênî Nûrî Necar û Mihemed Şêx Hesen ji şêniyên gundê Turindê hatin birîn.