AFRINPOST-Taybet
Hêzên rizgariya Efrînê (HRE) rêzeçalakiyên xwe li dijî dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê didomînin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku HRE bi operasyoneke bibandor 4 çekdar ji milîsên ”Cebha El-Şamiyê” kuştin û hinek jî birîndar kirin.
Nûçegihan diyar kir ku milîsên ”Cebha El-Şamiyê” şeva Sêşem û Çarşemê kuştiyekî xwe li bajarê Efrîna dagirkirî oxir kir ku wê yekê bi xwe re rewşeke ji tirsê di nava şêniyan de çêkir.
HRE sibeha roja Çarşemê 8’ê Îlonê 2021 daxuyaniyek da tê de got ku wê 5’ê Îlonê 2021 operasyonek li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê pêk anî ku di encama wê de 4 çekdar hatin kuştin û otomobîleke wan hat rûxandin.
Li aliyekî din hêzên dagirkeriya Tirkî bi çekên giran xeta şer a di navbera hêzên rizgariya Efrînê û milîsên ”Ceyş El-Wetenî” li aliyê gundewarê Helebê yê bakur û gundên navçeya Şêrawayê topbaran kir.