Kurdek piştî ku ji Lubnanê vegerî hat revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê xortekî Kurd piştî ku ji Lubnanê vegerî, revand.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şêniyê Kurd Farûq Mihemed (30 salî) piştî ku ji Lubnanê vegerî ji çekdarên milîsên ”Cebha El-Şamiyê” daxwaza mala xwe ya ku li ser rêya servîs li kêlek ofîsa Sîwar a xanîberiyê dikeve, kir. Lê milîs razî nebûn û şênî revand.

Nûçegihan diyar kir ku milîsan xortê Kurd ji şêniyên gundê Qurtqulaqê bir navenda xwe ya li kolana Fîl a bajêr.

Related posts