Çekdarekî gotinên pîs ji şêniyên gundewarê Helebê re gotin piştre lêborîna xwe xwest

AFRINPOST-Taybet

Diyardeya diyarbûna çekdarên milîsên Ixwanî li ser sosyal medya û heqaretkirina hev du de piştre lêborînxwestin û bihanekirina gotinên wan yên pîs û xerab derheqê hev du de bûye rewşeke derbasdar û normal.

Li vê dawiyê tomareke deng a serbazê bi navê ”Suhêl Tilas” ji milîsên ”Silêman Şah” li ser sosyal medya belav bû. Di deng de ”Suhêl” bi bîr dixe ku çawa wî li serbazekî ji ber ku desthilatên dagirkeriyê bi destekirina wî ji mala şêniyekî Kurd re agahdar kiriye, daye. Her wiha dibêje ku wî li şêniyê Kurd ê ku razî nebû malê jê re vala bike, daye. Serbaz ”Suhêl El-Hesen” piştî ku şênî razî nebû malê vala bike, gefa tawanbarkirina wî ku endamekî ”PKK” yan alîgirê rêjîma Sûrî ye, xwar. Ji ber vê yekê şênî neçar ma ku malê bide.

Suhêl El-Hesen di tomara deng de wiha dibêje: ”Ez kurê Xûta me, ji malê dernakevim … lanet li şêniyên gundewarê Heleb ê bakur were û wiha dewam kir; her tiştê mirov bixwaze dibe, divê mirov rû nede vî gelî, em Xûtayî ne û tirsa me ji kesekî tune ye.”

Piştî ku ev deng li ser sosyal medya belav bû, hat gotin ku milîsên ”Cebha El-Şamiyê” serbaz ”Tilas” bin çav kiriye. Lê ew pir nema ku di vîdeoyekî derket û di destê wî de kaxizek hebû. Dest bi xwendina ayetên Quranê kir û got ku tiştê gotiye, henek bû. Piştre silav li şoreşgerên Sûriyê û taybet ên Helebê kir û wiha got:

”Şêniyên Helebê bira û hevalên me ne. Ew şoreşge in û bi rûmet in. Mebesta min ne şêniyên Helebê bû. Henek di navbera min û du kesên dîtir re bû” û li kesekî li pêşiya xwe meyze dikir. Piştre silav li milîsên ”Cebha El-Şamiyê” kir ku li kêleka wî sekinîn.

Ji aliyê xwe ve jî milîsên ”Firqeyên Sultan” û ”Silêman Şah” biryarek derheqê yê bi navê ”Suhêl El-Hesen” de derxist ku divê ji kar were avêtin ji ber ku êrişî şêniyên gundewarê Helebê kir û divê ew li pêşiya ”dadgeha leşkerî” were darizandin.

Ev bûyer piştî qonaxa tansiyonê ya di navbera milîsên Ixwanî de û biserdegirtina milîsên ”Cebha El-Şamiyê” ji du gundê Dargirê û Cûqê de derket pêş.

Related posts