Ji ber birînê endamekî ”polîsên leşkerî” li navçeya Bilbilê jiyana xwe ji dest da

AFRÎNPOST-Taybet

Çekdarekî milîsên ”polîsên leşkerî” bi navê Adil El-Ehdeb roja Sêşemê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarê mirî, di pevçûnên ku di navbera milîsên ”Sultan Mûrad” û ”polîsên leşkerî” de, 29’ê Tebaxê li ser sahrîceke avê li navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrînê rûdan, birîndar bûbû.

Nûçegihan diyar kir ku di navbera milîsên ”Sultan Mûrad” û ”polîsên leşkerî” de ji ber ku çekdarekî ji koma ”Erabit Idrîs” a ”Sultan Mûrad” êrîşî ajokarê sahrîca avê kir, nakokî di navbera wê û ”polîsên leşkerî” de derket. Piştre nakokî mezin bû û bû pevçûn ku di encama pevçûnê de 6 çekdar ji her du aliyên birîbdar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê ku Adil El-Ehdeb yek ji wan birîndaran bû.

Related posts