AFRINPOST-Taybet
Roja Yekşemê sermilîsekî ”Cebha El-Şamiyê” hat tesfiyekirin û hejmareke çekdar jî birîndar bû.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku operasyonê yê bi navê Kemal Seîd Cewad sermilîsê ”Şamiyê” ku ji bajarê Medaya yê gundewarê Şamê ye, kir armanc. Her wiha yê pê re jî bi navê Xalid Otoz ji bajarokê Şîfoniyê yê gundewarê Şamê û 4 kesên din jî di nav de zarok birîndar bûn.
Nûçegihan diyar kir ku ji ber teqîna mezin ya teqemeniyê, zirareke mezin gihîşt dikanên bazirganiyê. Ta niha ti aliyan ev teqîn li xwe negirtiye.