Di rojekê de 4 kes di avên Efrînê de fetisîn

AFRINPOST-Taybet

Di 24 saetên dawîn de li herêma Efrîna dagirkirî, 4 kes tevî hişyariya çalakvanan ji avjeniyê di avên Efrînê de fetisîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku 2 zarok di kenala avdanê ya li aliyên Efrînê diherike de fetisîn ku ew jî ev in; Dîbo Ehmed Hemade(El-Cerîm) û Umer Ehmed Hemade ji bajarokê Til Rifetê yê Şehbayê ne.

Li gundê Meydakê jî bûyereke wek wê qewimî ku 2 termên xortan di gola Meydankê de fetisîbûn, hatin dîtin. Her du term ên ciwanên bi nav Hesen Selîm Selûm ji bajarokê Circinaz yê gundewarê Idlibê û yê din jî bi navê Elî Selah Mihemed ji bajarokê Zîban yê gundewarê Dêrazorê ye.

Tê zanîn ku li vê dawiyê gelek bûyerên fetisînê çêbûn. Li gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê 15’ê Tebaxê 2021 zarokek bi navê Mihemed Ehmed Mexlûta ji gundê Mestûmê yê gundewarê Idlibê fetisî.

13’ê Tebaxê zarokek bi navê Nûrî Hebîb bin Yihya(12 salî) ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê di gola Meydankê de dema li gel bavê xwe bû ku çend deqeyan hay jê nebû, fetisî.

10’ê Tebaxê 2021 zarokek ji gundê Keferşîlê bi navê Mihemed Ebid El-Rehman Silêman(15 salî) dema ku di kenaleke avê li nêzîkî bajarê Efrînê avjenî dikir, fetisî.

Bi vî awayî bûyerên fetisînê ji destpêka salê û ta niha digihêje 50 rewşî.

 

 

Related posts