AFRINPOST-Taybet
Milk û xanîberiyên şêniyên Efrînê yên koçber ku hatine desteserkirin, bûne çavkaniyeke sereke ya qezenckirina pereyan. Û bi taybet piştî ku hejmara niştedagîran li Efrînê zêde bû.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrê bi navê Mihemed Mûsa El-Heyanî (7) mal di avaniyekê de ku hê nû tên lêkirin, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê li hemberî avaniya ”Hekîm” firotin.
Malên ku hatine firotin yên avahîsazê kurd Ebilrehman Xoce ji şêniyên gundê Erendê ku her şiqeyek bi 800$ hat firotin.
Nûçegihan destnîşan kir ku çekdarekî milîsên ”Ehrar El-Şerqiyê” malek bi 1400$ firot niştedagîrekî Idlibî. Mala firotî li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê li dorhêla dibistana ”Tişrîn” dikeve û ya şênî Ehmed Xelîl ji gundê Dimilya ye.