AFRINPOST-Taybet
Îro bi sibehê niştedagîrek ji gundewarê Helebê ji ber pevçûna wî bi çekdarekî “Cebha El-Şamiyê” re birîndar bû û sedema pevçûnê jî li ser mafdariya derbasbûna di rêya li taxa Eşrefiyê bû.
Nûçegihanê Afrinpostê xuya kir ku niştedagîrê birîndar ji şêniyşn Til Cebînê ye. Wî rê neda ku otomobîla çekdarekî koma “Oso” ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” di rêya Servîs a taxa Eşrefiyê re derbas bibe ku di encamê de di navbera herduyan pevçûnek qewimî ku gihîşt asta ku çekdar guleyekê li niştedagîr bide û bi giranî birîndar kir.
Roja Şemiyê jî, li gundê Xezawiyê di navbera çekdarên “Feyleq El-Şam” bi xwe de li ser desteserkirina mal û milkên sivîlên li gund pevçûn rû dan [ di encamê de rêya Xezawiyê-Efrînê hatin birîn û birîndar ji her du aliyen çêbûn.