Niştedagîr li dorhêla Efrînê li erdên desteserkirî baxçeyan diçînin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku hinek niştedagîrên ji gundewarê Hemayê piştî ku erd li dorhêla bajarê Efrînê li erdên desteserkirî baxçeyan ji xwe re diçînin.

Nûçegihan da zanîn ku tevî xwediyên erdan hene û gilî dikin, niştedagîrinan li dorhêla baxçeyê taxa Eşrefiyê tov û liban diçînin.

Li gorî nûçegihan xwediyên wan erdan ev in; Mihemed Cuma ji gundê Qirigolê yê Bilbilê, Ednan Mihemed ji gundê Mezin, Xelîl Henan ji gundê Dîkê, Mihemed Hemkê ji gundê Turindê.

Her wiha nûçegihan destnîşan kir ku ev erdên desteserkirî jî, ji avahiyên niştecihiyê ku her erdek digihêje 400 M.

Di heman demê de niştedagîrinan erdine kurên rihmetî Osman Axa desteser kirin û dikanên bazirganiyê li ser ava dikin.

Related posts