AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî û tevahî herêmên ku artêşa Tirkiyê dagir kirine, xebat û çalakiyên belavkirin û sepandina olê bi darê zorê roj ji rojê zêdetir dibe.
Dagirkeriya Tirkî binesaziya Îslamê bi rêya avakirina mizgeft, dibistan û perwerdeyên olî xurtir dike. Desthilatên Tirkiyê bi rêya tevgera Ixwan Mislimîn û rêxistinên qaşo xêrxwazî û bangewaziya olî ku di serî de zarok û jinan armanc dikin, planên xwe yên tundraw li herêmê bi cî tîne.
Bi taybet dagirkeriya Tirkî bi rêya rêxistina olî ya bi navê “Diyanet” ku rasterast bi serokê Tirkiyê Erdogan ve girêdayî ye û rêxistinên Ixwanî yên Qeterê çanda tundrawiyê li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê, sepandina olê giran kiriye û Kurdên Êzdî bi darê zorê dike misilman û Êzdiyatiyê qir dike.
Di 3`ê Adara 2021 de, dibistana mela Xetîb li bajarê Cindirêsê bi kordîneya li gel komeleya “Ayadî Beyda” ya Ixwanî vekir.
Di 26`ê Adarê de, şandeyeke ji miftiyên Stenbolê, pêşdibistana “Beraêm El-Cena”(zarokên 5 salî) li navçeya Bilbilê vekir. Li gorî şopandinê ta niha li navçeya Bilbilê 18 peymangeh û li gundên wek Elî Caro, Okan, Şerqiya û Ebûdanê jî hejmareke mizgeft hatine avakirin û vekirin.
Ne tenê li Efrîna dagirkirî, her wiha li herêmên dîtir jî, wek bajarokê “Raî” dibistaneke olî bi navê “Hacî Mewlûd” a seretayî da ku zarokan fêrî ramanên tundûtûjiyê bikin, hate vekirin.
Avakirin û vekirina navendên olî hemwextî derketina koma olî ya tundraw bi navê “Ehbabûllah” ku girêdayî hişmendiya Daiş`ê ye, tên meşandin.