AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku endamekî ji koma yê bi navê “Ebû El-Xêr” yê bi ser milîsên “Ceyş El-Îslam” ji mala şêniyê Kurd Mihemed Elî “Ebû Elî” ji şêniyên gundê Beradê yê li taxa Eşrefiyê li nêzîkî herêma Sînaya dernakeve. Tê zanîn ku tevî şênî li ba desthilatên dagirkeriyê û komîteya “vegerandina mafan” li ser milîsan gilî kiriye, mala wî venagerînin.
Her wiha endamekî milîsên “polîsên leşkerî”, mala şênî Gîvara Mihemed ji gundê Turindê bi 1500$ li taxa Efrîna kevn firot.
Li aliyekî din û di çarçoveya xapandina li ser rêxistinên hawarçûnê, niştedagîrên ku gelek mal li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê dagir kirine, konên nû li herêma Sînaya danîn ku karibin alîkariyên zêde bi dest bixin.