AFRINPOST-Taybet
Çekdarên ji milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li navçeya Bilbilê bi tawana ku jineke Kurd porê xwe wek şervanên YPJ”ê şeh dikir, gotinên xerab jê re gotin û heqaret lê kir.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku jineke Kurd a 60 salî li hewşa malê, porê xwe şeh dikir, lê belê çekdarên ku li maleke li kêleka mala wan berê xwe dan jinê û bi bihaneya ku porê xwe wek şervanên Kurd şeh dikir û dipêçand, gotinên pîs jê re gotin û bi gawiriyê tawanbar kir.
Çekdaran ji jinê re wiha got: “Tu gawir î, çawa porê xwe li derve şeh dikî? Tu Orispî yî û tu xwe wek şervanên YPJ”ê dikî. Piştre çekdaran porê wê bi zorê bi giştî qusand.
Afrinpost naxwaze navê jinê û gundê ku bûyer lê qewimiye, ji bo ewlehiya wê bi bîr bixe.
Milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” hejmareke gundên navçeya Bilbilê û Şera digir kiriye û 35 darên zeytûnê li Bilbilê desteser kiriye.