Diziyên nû li Efrînê

AFRINPOST-Taybet

Ji ber nebûna ewlehî û aramiyê li bajarê Efrîna dagirkirî çend rewşên din ên diziyê hatin belgekirin.

Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarine “polîsên leşkerî” bi otomobîlekê 4 mî li herêma depoyê avê yê li taxa Eşrefiyê dizîn. Ew 4 mihên ku hatin dizîn bi nirxê 4 milyon û 600000 lîreyên Sûrî ne.

Li dorhêla nexweşxaneya Cîhan a taxa Efrîna Kevn, dikaneke cilûbergan hat dizîn. Niştedagîrekî Helebî ji taxa Sukerî tê kinc difirotin. Lê zêde makîneyeke amadekirina qehwexanyê(Express) li sûka Tilel a niştedagîrekî Xûtayî bi nirxê 500$ hat dizîn.

Related posts