AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî derbarê kuştina hemwelatî Nadira Durmûş ku termê wê li taxa Efrîna Kevn hat dîtin, hûrgiliyên nû xuya kirin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, milîsên “Sultan Mûrad” ku rûpîvaneke berfireh ji bajarê Efrînê dagir kiriye, jina bi navê “Nadira Durmûş” ji eşîreya Imêrat e, ji beriya 3 hefteyan ve bi tawana tevlîbûna nava partiyê revand û ew rasterast bir Tirkiyê, piştre bi çend rojan çekdaran ew kuştî vegerand û termê wê avêt mala wê ya bi kirê ku li kêleka navenda sermilîsê bi navê “Ebû Rehmo” ya li pişt dibistana Rîfiyê li taxa Efrîna Kevn dikeve.
Nûçegihan destnîşan kir ku çekdaran ji mala wê laptop û telefona wê ya takekesî û 2 otomobîl ji cureyê Santafe yeke rengspî û ya din ji cureyê Kia talan kirin û teqez kir ku wî dît ku çawa çekdar bi otomobîla wê (Kia) li kolanên Efrînê digerin ku wêneyê zordest Seddam Husên bi cama paş a otomobîlê vekiribû û ya din jî li navenda milîsan e.
Hemwelatî Nadira jinebî bû û du zarokên wê hebûn lê li gel malbata mêrê wê bûn. Wê li rêxistinên Hawarçûnê wek “Bihar” û “CDR” dixebitî.
Afrinpostê 22’yê Berfanbarê nûçeya kuştina jina bi navê Nadira Durmûş ku ji pêkhateya Ereb e, di nava şert û mercên ne diyar de, belav kiribû.