AFRINPOST-Taybet
Niştedagîrên Xûta, Hums û Dera zeytûnên welatiyên Kurd hê berî ku bibin, didizin.
Ji ber vê yekê şêniyên hinek gundan hêjî zeytûn nebûne diçinin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrên ji Xûtayê 300 darên zeytûnê yên welatiyê Kurd ê mirî bi navê Enwer Mistefa û 300 darên birayê wî Mihemed Mistefa beriya çend rojan talan kirin.
Nûçegihan destnîşan kir ku zeytûnên welatiyên Kurd hêjî nebûne, niştedagîr didizin û dibin guvaşgehan û wiha dewam kir;
Niştedagîr nizanin çawa bi zeytûnan re bidin û bistînin, nizanin ku eger zeytûn nebin, bi giştî wek tê xwestin zeytê nadin.
Ji aliyekî din ve nûçegihan got ku niştedagîrên ji Dera û Humsê zeytûnên 800 darên welatî Ednan Ebû Marîka ji gundê Qitmê ji beriya sê rojan ve dizîn.
Nûçegihan da zanîn ku niştedagîr heta nizanin çawa zeytûnan biçinin. Ew bi çovan diçinin ku di encamê de şiqinên daran jî dişikin.
Hinek çavkaniyan ji nûçegihanê Agfrinpostê re gotin ku şêniyên gundê Derwîş, Qude, Kotana, Kokebê, Tilif û Babilîtê ji tirsa niştedagîran re berî ku zeytûn bibin, diçin û ji ber wê zirareke mezin dibînin.