AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn rê neda ku welatiyê Kurd ê bi navê şênî Emîr Ibrahîm biçe nava erdê xwe li gundê Xelnêrê û zeytûnên xwe biçine. Milîsan ji Emîr xwest ku belgeyên xwedîtiya erdê zeytûnan şanî wan bike.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dema şênî Ibrahîm belgeyên erd û çend şahid ji şêniyên gund bi xwe re birin gel milîsan, jê re gotin ku kaxezên erd ne fermî ne û zeytûn ne yê wî ne.
Şênî Emîr ji gundê Mûsenkê yê li kêleka gundê Xelnêrê, li jorî kargehên bêrînê yên li ser rêya Raco ye.
Nûçegihan bi bîr xist ku kareseteke mezin li benda berhemên zeytûnan ên herêmê ye, û bi taybet gundên ku li ser rêya Cindirês û Maratê û li dora navçeya Bilbilê dikevin. Her wiha erdên ku nêzî kampên niştedagîran jî bêtir metirsiya talanê li ser heye.
Nûçegihanan dan zanîn ku niştedagîrên di kampan de bi mebest zeytûnên şîn ji zeviyên şêniyên Kurd didizin û piştre kîloyê wê bi 600 lîreyên Sûrî difiroşin.
.