AFRINPOST-Taybet
Beriya 2 sal û nîvan ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî, şêniyên Efrînê bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûn.
Koçberê Efrînî Mihemed Reşîd Îbo(72salî) ji gundê xwe Duraqliya derket û ew jî koçberî herêmên Şehbayê bû.
Koçberê 72 salî Mihemed Îbo niha li gundê Ehdasê yê Şehbayê di maleke kavilkirî de bi cî bûye.
Tevî ku ew mal ji ber şerê ku li dijî Daiş’ê li wê herêmê hatiye kirin, ji bo jiyanê ne derbasdar e. Lê belê şert û mercan şênî Mihemed neçar kirin ku di maleke wêrankirî de li gundê Ehdas bijî.
Wî û hevjîna xwe biryar dan ku ji nû ve wê malê reform bikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li gel koçber Mihemed hevdîtinek pêk anî.
Şênî Mihemed ji Afrinpostê re derbarê tecrubeya xwe de axivî û ev tişt anî ziman;
Dema ku em gihîştin vê malê, xerabe û wêrankirî bû. Kevir li hewşê belav bûbûn. Tevî ku mabûna me li vir demkî ye, min û hevjîna xwe xanî paqij kir.
Ap Mihemed mala kavilkirî veguherand baxçeyekî biçûk. Wî ji pisportiya xwe ya çandinî sûd girt. Her wiha ji mayînên şer û kevirên balkêş sûd girt û pê mala xwe xemiland. Êdî mal veguherî muzexane. Xort û keç ji xwe re serdana xanî dikin, her wiha bûk û zava jî, li wê malê wêneyan ji xwe re digirin.
Derbarê mala wî ya rast li gundê Duraqliya jî, kalemêr Mihemed wiha anî ziman; Min mala xwe li gund ji kêfa dilê xwe re ava kiribû û min nav lê kiriye “Kela Harûn El-Reşîd” e. Min kevirên giranbuha û balkêş ji çiya û golan kom dikir û bi wan mala xwe dixemiland.
Apê Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir; ji dema ku ez xort bûm, meraqa min li ser peyker û tiştên balkêş hebû. Ez hêvîdar im ku careke din aştî vegere herêmê û her koçberek vegere cih û warê xwe û ez vegerim gundê Duraqliya.