AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî ji Yekşemê ve li aliyê rojhilat ê herêma Efrînê ji bo koçber venegerin malên xwe mayîn çandine.
Nûçegihan diyar kir ku hêzên dagirkeriyê li herêma di navbera gundê Cilbirê û Mêryemînê yên dagirkirî û herêma din navbera gundê Kibêşîn, Berad û Kîmarê veguherand zeviyek ji mayînan.
Herêmên di navbera herêma Efrînê ya dagirkirî û herêmên rêjîma Sûrî li gundewarê Helebê û bi taybet li herêma di navbera gundê Berad û bajarokê Niblê tijî mayîn in.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bi dehan ji sermilîs û çekdarên milîsên Îslamî “Ceyş El-Hur” ên ku ji Derayê ber bi Efrînê ve reviyabûn birîndar bûn û dîl hatin girtin.
“Tecemu Ehrar Horan” Pêncşema borî 13’ê Tebaxa 2020’an ragihand ku hejmarek di nav de sermilîsê opozisyonê yê bi navê “Remzî Mehmûd Ebazîd” ji ber derbasbûna wan di zeviyekî mayînan li bakurê Sûriyê li ber banga Çarşemê hatin kuştin.
Li gorî Rewangehê 8 kes ji wan karîn derbasî Efrînê bibin, lê belê yên dîtir vegerîn herêmên rêjîmê û hatin binçavkirin.