AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî beriya bi demekê ferman da milîsên xwe yên Islamî ku derkevin derveyî bajaran. Lê belê hinek milîsan fermana Tirkî qebûl nekir û li dijî wê derketin.
Yek ji milîsên ku fermana dagirkeriya Tirkî qebûl nekir, milîsên “Cebha El-Şamiyê” ye.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” razî nebûn ku ji Efrînê derkevin û li dijî milîsên “Polîsên Leşkerî” yên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve hatine erkdarkirin ku milîsan ji Efrînê derxin, derketin .
Nûçegihan destnîşan kir ku navenda milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku li taxa Efrînê ya Kevn e û razî nabin ku navendê vala bikin.
Çekdarên “El-Şamiyê” guh nedan bangên “Polîsên Leşkerî” ku navenda xwe vala bikin û çekên xwe radestî wan bikin û wiha nûçegihan dewam kir;
Milîsên “Polîsên leşkerî” 3 roj weke dem dan milîsan ku derkevin derveyî bajarê Efrînê.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku rojnamevanên girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê” hewl didin rûyê milîsan spî bikin û xuyangeke baş li ser milîsan bidin. Rojnamevan hevdîtinan li gel sivîlan çêdikin û dibêjin ku rêbend û navendên milîsan sivîl diparastin.
Li gorî nûçegihan milîs ji vê biryarê gelekî bi hêrs û aciz bûne. Ji ber ku milîsan bi rihetî mal û milkên şêniyên herêmê talan dikirin û ditirsin ku jidera diziyê ji dest wenda bikin.
Ji aliyekî din ve derxistina milîsan ji derveyî bajarê Efrînê, şêniyên gundewarê Efrînê bi fikar kirin. Şêniyên gundewarê Efrînê ditirsin ku dizî û talaniya mal û milkan ji berê zêdetir bibe.
Dewleta Tirk bi rêya vê biryarê dixwaze propagandaya xwe bi rengekî baş bike ku û li hemberî hemû binpêkirinên dermirovî wek dizî, talan, revandin, desteserkirin û her wekî din berpirsyar neyê dîtin