Çekdarên Îslamî yên ku fermanên dagirkeriya Tirkî red dikin, tên cezakirin û ji nava bajaran tên derxistin

AFRINPOST-Taybet

Ya bi navê wezareta parastinê di hikûmeta Sûrî ya demkî de ya Ixwan Mislimîn, roja Sêşemê 14’ê Tîrmehê, derbarê derxistina navendên milîsên Îslamî derveyî bajarê Efrîn û Serê Kaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya qaşo hikûmeta demkî ya Ixwanî de wiha hate gotin;

Pêwîst e şêniyên bajaran û mal û milkên wan werin parastin. Li ser vê bingehê fermandariya koma “Sultan Mûrad” û “El-Hemze” yên girêdayî feyleqê duduyê navendên xwe ji nava bajarê Efrînê û Serê Kaniyê derxistin kampên derveyî her du bajaran û nêzî hev.

Lê xuya ye ku mijar ne bi vî rengê ku milîsan tînin ziman in, ne pêkan e ku milîsan piştî demeke dirêj ji binpêkirin û sûcên dijmirovî wek revandin, îşkence, dizî û talanî derheqê Kurdên Efrînê û Serê Kaniyê de kirin, qala parastina sivîlan bikin.

Teqez e ku dagirkeriya Tirkî ferman dan milîsên xwe ku derkevin derveyî bajêr. Ji ber ku milîsên Ixwanî û hikûmeta demkî nikarin bêyî dewleta Tirk ti gavekê bavêjin, ji ber dagirkerî dê mûçeyên wan li ser bibirin û wan asteng bikin.

Di vê çarçoveyê de roja Sêşemê 14’ê Tîrmehê yê bi navê “Nesir El-Herîrî” qaşo serokê “Itîlafa Wetenî ya Sûrî” ye, axivî û got ku dê milîs ji bajaran derkevin.

Dagirkeriya Tirkî piştî rê da milîsan ku her tiştî bi serê şêniyên Kurd li bajarê Efrînê û Serê Kaniyê bikin, dixwaze xwe bi rengekî din û baş bide nîşandan. Ji ber vê yekê fermana derxistina milîsan ji bajaran dan.

Sedemeke din jî heye ku êdî dagirkeriya Tirkî nikare milîsan kontrol bike. Her roj di navbera milîsan de li ser dizî û talaniyê şer û pevçûn derdikevin. Ne tenê wiha, êdî hinek milîs li gorî fermanên dagirkeriyê tevnagerin û red dikin.

Bi taybet di şandina çekdarên Ixwanî bo şerê Lîbya de, gelek nerazîbûn di nava milîsan de derket.

Ji ber vê yekê dagirkeriya Tirkî dixwaze milîsên ku bi fermanên wê tevnagerin weke ceza derxe derveyî bajaran.

Biryara derxistina milîsan ji bajaran, piştî pevçûnên tund ên ku 3’ê Tîrmehê li bajarê Serê Kaniyê di navbera milîsên “Sultan Mûrad” û firqeya “El-Hemze” ku bi çekên giran şerê hev kirin, hat girtin.

Related posts