AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jineke Kurd bi bihaneya ku ser ola Kurdekî Êzdî girt, revand.
Milîsên Îslamî ji destpêka dagirkirina Efrînê sala 2018’an û heta niha, bi biheneya ku Kurdên Êzdî Koletiya Şeytan dikin, dişopînin û digirin.
Li gorî milîsan her kesê ku malbatên Êzdî şanî wan neke, parastina Koleyên Şeytan dikin ku bi vê hincetê Kurdên Êzdî direvînin.
Welatiyeke Kurd bi navê Emîne(ne navê orîjînal e) li Efrînê ye ji Afrinpostê re axivî û got ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ji wê li malbateke Kurd pirsîn.
Ew malbata Kurd cîrana wê ye û li ser rêya gundê Kefer Şîlê li nêzîkî dibistana bazirganiyê dijîn.
Ji welatiyê pirsîn ku ew malbat Êzdî ye yan Misliman e, ew ji koleyên Şeytan in?
Welatiya Kurd wiha ji Afrinpostê re dewam kir;
Da ku em wan biparêzin min got ew malbat Misliman e. Lê belê beriya hefteykê heman milîs hatin û ez bi bihaneya sergirtina li koleyên Şeytan û danûstandina li gel YPG’ê re revandim.
Piştre ez hefteyekê li bajarê Babê hiştim ku ez karîm ji wan xwe rizgar bikim.
Welatiya Kurd bi navê Emîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha got;
Li Efrînê, êdî parastina Êzdiyan bûye sûc û li ser wê bingehê milîs sivîlan an direvînin an jî bin çav dikin.
Welatiyê di dawiya axaftina xwe li gel Afrinpostê re destnîşan kir ku ew malbata Êzdî da ku ji hovîtiya milîsan xwe xilas bike, revî Helebê.