Dagirkeriya Tirkî ferman li milîsên xwe kir ku navendên Efrînê vala bikin … çekdar ji vê yekê bi hêrs bûne

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî ferman li milîsan xwe yên Îslamî ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ” naskirî ne, kir ku navendên xwe li Efrînê vala bikin û berê xwe bidin cihên xwe yên li derveyî bajêr.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriyê ji bo pêkanîna fermanê 3 meh dan milîsan ku navendên xwe vala bikin.

Nûçegihan ji gelek çavkaniyên li nava milîsên “Cebha El-Şamiyê” û “Ehrar El-Şerqiyê” ragihand ku dagirkeriya Tirkî beriya bi demekê, dem ji tevahiya milîsên Îslamî re ji bilî “Polîsên Sivîl û leşkerî” veqetandibû ku navendên xwe radest bikin û ji bajêr derkevin.

Piştî ku dagirkeriyê ferman da, milîsên Îslamî razî nabin ku ji bajarê Efrînê derkevin. Ji ber vê yekê roja Sêşemê pevçûn di navbera milîsên polîsên leşkerî û milîsên “Firqeya El-Hemze” de derket.

Çavkaniyekê ji Afrinpostê ragihand ku milîs gelekî ji “polîsên leşkerî” bi hêrs bûne ji ber ku dagirkeriyê maf daye wan ku her çekdarekî heta serçekdar be, bin çav bikin.

Ji du salan ve li herêma Efrînê pevçûn di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ve li ser dizî û talaniya mal û milkên Efrînê ve berdewam in.

Related posts