Milîsên Hemzat ên îslamî welatiyekî kurd li gundê Tirindê şelandin

Afrinpost-taybet

Girûpeke çekdar a bi navê ( Hemzat)ku girêdayî dagîrkeriya Turkiyê ye, li bajarê Efrînê, bi ser mala welatiyekî kurd de çû û jê komeke dirav (pere derdora 6 mîlyon L.S) û zêr şelandin .

Nûçegihanê AFRINPOSTê li bajêr got ku milîsên îslamî “Hemzat”, li gundê “Tirindê”, bi darê zorê derbasî mala hemwelatiyê kurd “Mistefa Ebdilqadêr Qido” bûn û çek xistin serê wî û gefên kuştinê lê xwarin heger ku hawarçûnê ji cîranan bixwaze.

Nûçegihanê me destnîşankir ku milîsan 6 milyon lîreyên Sûrî li mala wî desteser kirin û herweha çend parçe-zêr jî ji bedena hevjîna wî, şelandin.

Related posts