Afrinpost – Taybet
Milîsên “Firqeya El-Hemze” berî mehekê, keçeke kurd bi navê Zelîxe ya 19 salî ji şêniyên gundê Hesen ê navçeya Raco revand.
Bavê wê Mihemed Osman Hibo piştî mehekê ji wendabûna wê, keça xwe bi rewşeke derûnî nebaş, di 29’ê Çileyê de, vegerand.
Milîsan keçik bi giranî îşkence kiribûn, ji ber wê rewşa wê ya tenduristî gelekî nebaş e û bîreweriya xwe(memorî) wenda kiriye.
Çavkaniyên ji malbatê ve nêzîk in teqez kirin ku Mihemed Osman keça xwe Zelîxe li bajaroka Dana ya gundewarê Idlibê dît û rasterast derbasî nexweşxaneyeke Efrînê kir.
Zelîxe demekê li nexweşxaneyê ma û piştre bavê wê ew bir gund.
Çavkaniyan teqez kirin ku milîsên ku Zelîxe revandiye, bavê wê bi cihê wê agahdar kirin.
Gelek çîrok weke ya Zelîxe hene lê belê ji ber sedemên cuda cuda nayên vegotin û aşkerekirin.
Keç û jinên kurd ên Efrînê ji aliyê çekdarên Ixwan Mislimîn û niştedagîran ve rastî astengiyan tên û milîs û niştedagîr gotinên nebaş û derexlaqî li kolanên bajêr arasteyî wan dikin. Her wiha bi hinceta lêgerêna li kesên xwestî, bi ser malên şêniyên de diçin û ti rêz û hurmetiyê ji jinan re nagirin.
Piştî dagirkirina Efrînê û bi taybet di 29’ê Adara 2018’an de, kenala Haber Turk derbasî nava bajarê Efrînê bû û li gel kalemêrekî hevdîtin çêkir. Di hevdîtinê de kalmêr dibêje û daxwaza derxistina çekdaran ji Efrînê dike ji ber ku milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur” diz û terorîst in û wiha dewam dike; duh bi şev çekdaran destdirêjî li 3 keçikên 15 salî kirin. Wergervanê kenalê gotina kalemêr li gorî xwe zivirand û di dema wergera kurdî bo Tirkî de, li şûna navê “Ceyş El-Hur” navê YPG’ê anî ziman.