ِAfrinpost – Taybet
Nûçegihanên Afrinpostê di nava hefteya derbasbûyî de, ragihandin ku bi dehan ji termên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ku di şerê di Lîbiya de hatine kuşti, gihîştin Efrînê.
Roja Înê, 1’ê Sibatê 4 termên kuştiyên milîsên “Ceyş El-Nûxbe” gihîştin nexweşxaneya şehîd Ferzende ya leşkerî li Efrînê û li goristana bajaroka Meydankê ya navçeya Şera hatin veşartin.
Navenda sereke ya milîsên “Ceyş El-Nuxbe” li bajaroka Meydankê ye. Tê zanîn ku çekdarên kuştî girêdayî koma ku gundê Şêxûtka ya navçeya Mabeta dagir kirine, ne.
Her wiha roja Pêncşemê, 30’yê Çileyê 12 termên kuştiyên “Firqeya Sultan Mûrad” gihîştin nexweşxaneya şehîd Ferzenda ya leşkerî. Termên wan ji dergeha Bab El-Selame ya nêzî bajarê Ezazê bi rêya ambulansên heyva sor a Tirkî ku di nava wan de otomobîleke ambulansa Tirkî SDR hebû hatin da ku li goristaneke nêzî bajarê Efrînê bi awayekî veşartî werin veşartin.
Di nîvê şeva Pêncşem-Înê de, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û “Nûr El-Dîn Zinkî”, 30 termên kuştiyên xwe li girê Cindirêsê yê şûnwarî veşartin. Merasîmên sersaxiyê li taxa Rufetiyê ya bajarê Cindirêsê lidarketin. Lê zêde 2 termên kuştiyan li goristana Êzîdiyan a li bajarê Efrînê hatin veşartin. Nûçegihanên Afrinpostê nikarîn nas bikin ku ew her du kuştî girêdayî kîjan milîsan in.