Îlham Ehmed: Efrîna ku ji aliyê jineke wêrek ve dihat birêvebirin .. niha ji aliyê komên îslamî yên paşverû ve tê birêvebirin

Photo Credit To NPA

Afrinpost – ji ajansa North Pressê hatiye veguhestin


Seroka desteya rêveber a meclisa sûriya demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed got ku Efrîna ku ji aliyê jineke wêrek ve dihat birêvebirin, niha ji aliyê komên îslamî yên paşverû ve tê birêvebirin.


Ew komên paşverû hemû rê û rêbazan wek revandin, tirsandin, tirk-kirina herêmê û koçberkirina bi zorê derheqê sivîlên Efrînê de dikin, niştecihên Efrînê li derveyî mal û gundên xwe dijîn û vegera li warê wan li wan hatiye qedexekirin. Dewleta Tirk vê nimûneyê weke herêma bi ewle bi nav dike û dixwaze bide pejirandin.
Saziya kurdî li Washingtonê semînerek bi rêxistin kir. Di wê semînerê de meclisa rûspiyên kongresa Amerîkî mêvandariya rêzdar Îlham Ehmed kir.


Her wiha serokê rêxistina siyasî yê kurd Necim El-dîn Kerîm, parêzgerê Kerkûkê yê berê, endamên meclisa rûspî Chris Van Hollen, Marsha Blackburn û Mark Warner beşdarî semînerê bûn.


Îlham Ehmed di semînerê de derbarê rewşa jiyana li herêmên QSD’ê de axivî û nêrîneke giştî li ser da û got:
QSD’ê sîstemeke siyasî û hemwelatî ku hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî cihê xwe di nav de digirin, misoger kir û parast û wiha dewam kir:


Bi heman şêweyî Serê Kaniyê û Girê Spî rastî êrîşên komên tundraw ên ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, tên. Di encama van êrîşan de hejmareke komkujî û binpêkirin derheqê sivîlan de hatin kirin. Lê zêde proseya guhertina demografîk bi rêya bicîkirina malbatên çeteyên tundraw li van her du bajaran tê meşandin.

Post source : NPA

Related posts