Çiyayê Kurmênc rûbirûyî Erebkirin û tirkîkirinê dibe, Erebên Marihê(Marii) dibin rêveberê Efrînê!

AFRINPOST
Jêderkî hayjêbûyî ji AFRINPOST re xuya kir ku waliyê dagîrkeriya tirkiyê di serdana xwe yê dawiyê bo Efrînê de birêvebirê dezgeha avê li bajêr endezyar „Selah Elî“ ji kar derxist bê ku çi egeran (sebeb) diyar bike û li şûna wî nîştedagîrekî (mistewtên) bi navê „ebdilqadir Hafêz“ ji erebên Marihê yê ku nêzî milîsên îslamî (lîwa tewhîd) yên dagîrkeriya tirkiyê ye, erkdar kir.
Heman çavkaniyê dupat kir ku niştedagîrê birevebirê dezgeha avê „ebdilqadir Hafêz“ di demê dawî de biryara ji kar derxistin ê endezyarê kurd ê bendava Meydankê stand, lê belê ji ber ku endezyarên ereb tune bûn wî biryara xwe paş ve kişand, Lê dîsa jî herdem fermanberên kurd ji kar derdixe û niştedagîrên ereb yên ku ji bajar û gundewarên erban weke Marihê û Ezazê erkdar dike.
Weke ku çavdêrên rewşê jî tînin ziman, ku erebkirina wezîfeyan li herêma Efrînê meseleke pilankirî ye, bi armanca birçîkirin û koçkirina kurdan ji Efrînê ye di çarçiveya siyaseta guhertina Demografiya Çiyayê Kurmênc (Efrîn) yê ku ji aliyê mîlîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê ve tên birêvebirin.
Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya tirkiyê bi rengekî rasterast yan jî bi destê milîsên xwe yên îslamî dixwaze rûyê herêma Efrînê bike erebî û tirkî. Bo mînak di 24 îlonê de çekdarên milîsên îslamî (elcebhe elşamiyê) yên dagîrkeriya tirkiyê peykera xetîreya NEWROZê ya li nava bajêr rûxandin û şikandin.
Herwisa çavkaniyên herêmî ev bûyera hanê piştrast kirin û anîn ziman ku milîsên îslamî piştî rûxandina peykera NEWROZê ala dagîrkeriya tirkiyê li cihê wê daçikandin û herwiha navê meydana ku peyker lê jî kirin meydana selah eldîn eleyûbî.

Related posts