Dizê Malê bûye padşayê malê

AFRINPOST
Dagîrkeriya tirkiyê qeşmeriya xwe bi xelkên Efrînê dike û wan nezan û gewç(tembel,xebî) dibîne
Piştî karên dizînê ji Mirîşk, tirektor, alav û berhemên çandiniyê, birandin û şewitandina daran, dizîna Fabrîkên rûnê zêtûnan heya bi dizîna berîka kal û pîran û rûna xwerinê ji malan bo berîka Erdogan.
Herwisa rojane talankirin, biserdegirtin û geflêxwerina çekî ji aliyê milîsên îslamî (el-cêsh el-wetenî el-sûrî) yên dagîkeriya tirkiyê li Efrîna dagirkirî.
Îro dizê Efrînê mirîşkan li şêniyên Reco belav dike.
Rojnameger Mihemed Billo li ser rûpela xwe ya Facebookê wisa nivîsandî ye:
Nûçeyên ji Efrînê wisa dibêjin, ku dagîrkeriya tirkiyê mirîşkan li şêniyê gundên navçeya Reco belav dike bi mebesta piştgirîkirina gundiyan!!!!!
Çavkaniyê diyar kir, ku dagîrkeriya tirkiyê mirîşk li 35 malbatên navçeya Raco belav kirî ye, her malbatekê 20 mirîşk, da ew malbat rewşa xwe ya diravî baş bikin!!!!
Ey Felekê çendî tu qehbe yî… dizî mirîşkên Efrîniyan mirîşkan li Efrîniyan belav dike!!
Wisa M.Billo bi bîr dixe, ku faşist „kemal atatirk“ di dema xwe de fermanê dide, da ku dewleta wî ya dagîrker li Bakur Kurdistanê pez û kayê li xelkê Bakurê Kurdistanê belav bikin, herwisa amoje dikir ku Mizgeftan(Camiyan) jî li gund û bajarên Kurdan pir ava bikin, da Kurdan di nezaniyê de bihêlin û ji şiyarbûna kurdewariyê û ji girêdana bi doza xwe ve dûr bixin, ji ber ku atatirkê faşîst, Kurd metirsîdariyeke hebûnî li dijî xwe didît.
Ev jî tê wî wateyê, ku erdogan heman siyaseta qeşmerîkirinê yê Atatirkê faşîst li dijî Efrîniyan bi rê ve dibe.

Related posts