AFRINPOST- Taybet
Nûçegihana AFRINPOSTê ragihand ku milîsên îsalamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamî hewla awayên nû yên şelandin û dizîyê li Efrînê/Rojava dikin.
Di vê çarçovê de peyamnêrê me li Efrînê diyar kir ku milîsên îslamî (Ehrar El- Şeraiyê) roja duşemê 11ê sibatê, bi planeke çêkirî zorê li Zêrfiroşekî Efrînî dikin.
Ew plan jî wisa ye ku çekdarên îslamî çend jinan dişînin dukana zêran û di dukanê de jin dê qêrî û hawarê bikin da milîsên îslamî li hawara wan werin, ku di encamê de jinên milîsan dê bêjin ku Zêkar destdirêjiya namûsa wan kiriye, wisa jî milîs dê ji Zêrkêr (zêkar) komdiraveke mezin bi navê Namûsê bistînin yan jî dê wî bikujin.
Nûçegihanê AFRINPOSTê da zanîn ku kiryareke wisa bi serê zêkarê bi navê „Silêman“ ê li ser riya Reco jî kirine.