AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Cindirêsê tekez kir ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê heya niha nahêlin xelkê gundê Tilifê vegerin ser milk û malên xwe.
Herwisa nûçegihanê me got ku Niştedagîrên gund xaniyên gundiyan ji pez û ajelên(hewan) xwe re kirine Oxir û kozik.
Weke tê zanîn ku piraniya wan Niştedagîran malbatên milîsên îslamî ne û bi hezaran pez bi xwe re anîne ku piraniy wan pezan jî ji Efrîniyan bi darê zorê birine û dizîne.
Ji aliyekî din ve jî milîs rê nadin gundiya da vegerin xaniyên xwe bi behaneya ku dagîrkeriya Tirkiyê qebûl nake çi kes vegere.