Cîhadîstên biyan derbasî herêma Efrînê bûn

AFRINPOST- Taybet

dagîrkeriya Tirkiyê duh êvarê bi dehan îslamîst-têrorîstên biyan ji axa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê/Rojava kirin û di wir re derbasî Idlibê bûn da li rex “El-Colanî/Elnusra”yê li dijî rêxistna “Huras El-Dîn”ê û hinek milîsên “El-Nusra”yê yên ku dijî ecendatên Tirkan e şer bikin.

di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê anî ziman ku 14 tirimbêlên “Kia”yên çadirkirî, ku 150 cîhadîst-Têrorîst ên bi zimanên cuda diaxivîn û temenên wan di navbera 15-20an de bû, di gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê re derbas kirin.

li gorî nûçegihanê me ku karwana tirimbêla cîhadîstên dagîrkeriya Tirkiyê di herêma di bin destê “Feyleq El-şam”ê re derbas bûn ku di gundê Dêrbelûtê re ketinê û ji wir çûne gundê Celemê û piştre di dergeha gundê Xeziwiyê re çûne devera Darazê ku di bin kontrola milîsên îslamî “Heyet Tehrîr El-şam/Elnusra”yê de ye.

herwisa nûçegihanê me got ku riya di navbera gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê û bajaroka Etmê ya Idlibê hê jî girtiye ji ber mijarên Leşkerî û ewlekariyê.

ev piştgiriya dagîrkeriya Tirkiyê ji “El-Nusra”yê re ji bona jinavbirina milîsên dijî Serokê “El-nusra”yê ye, da dagîrkeriya Tirkiyê bikaribe hevalbendê xwe yê cîhadîst biparêze, ji ber ku berî demekê Serokê rêxistina Têrorîst “El-Nusra” yê bi navê El-Colanî tê naskirin di axiftineke xwe de got ku ew ê di gel Tirkiyê li Minbicê û rojhilatê Ferêt dijî Kurdan şer bikin.

Related posts