Bangewaziya malbata parêzerê windabûyî yê gundê sêwiya

AFRINPOST- Taybet

Malbata parêzerê Kurd „Hesen Menan Menan“ ê ji gundê „Sêwiya“ yê navçeya „Mabeta“ banga xwe bi riya AFRINPOSTê radighînin, da ku çarenûsa wî were diyar kirin.

Li gorî zanyariyên ku di destê malbata parêzer „Menan“ de hene, ew e ku Parêzer di dema hewildana derketina ji Efrînê piştî dagîrkirina ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê ve di 17ê adara 2018an de têklî pêre nemane.

Ji wê demê ve û piştî derbastbûna 10 mehan di ser re hê jî çarenûsa wî ne diyar e û malbata wî jî nizanin ka gelo ew ji aliyê milîsan ve hatiye girtin ya tiştekî din pêre rû daye.

Herwisa malbatê got ku cara dawî li gundê “Kurzêlê“, dema ku Efrînî direviyan bere bi (çiyayê Xewnan/Ehlam) ve, hatiye dîtin.

Heya niha jî çarenûsa bi hezaran xortên Kurdan ne diyar e, ku piraniya wan di berxwedana Efrînê de şehîd û winda bûn.

Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina herêma Efrînê gundiyan digot bi dehan termên şervanên YPG/YPJê li çolan mane û dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê nahêlin gundî termên wan bispêrin axê.

Related posts