Hêjî çarenûsa malbateke Kurd di nav de 2 zarokên nûbûyî nediyar e

AFRINPOST

Tevî ku bêtirî salekê di ser binçavkirinê re derbas bû, lê hêjî çarenûsa malbateke Kurd ku tê de kalemêr, kur, hevser û zarokên nûbûyî hene, ne diyar e.

Rapora belgekirî ya partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê(PYDK-S) diyar kir ku 7”ê Hezîranê 2020 desthilatên dagirkeriyê 3 bira ji malbatekê, ji mala wan a li taxa Eşrefiyê berambereî nanpêjgeha “Zad Xêr” a bajarê Efrînê piştî ku li mala wan venêrîn, bin çav kirin ku navên wan ev in:

  • Cangîn Nasan(32 salî) û hevsera wî Nîvîn pev zarokê wan yê nûbûyî
  • Şiyar Nasan (30 salî)
  • Mihemed Nasan (28 salî) û hevsera wî Ceylan Hemalo pev zarokê wan yê nûbûyî

Dema ku dê û bavê wan Osman Mecîd Nasan (65 salî) û hevsera wî Zeyneb Ebdo (60 salî) çûn navenda çekdaran li taxê da ku pirsa kurên xwe bikin, çekdaran ew jî bin çav kirin û tawanên nerast arasteyî wan kirin. Piştre çekdaran endamên malbatê birin cihekî ne diyar.

Di 11’ê Hezîrana 2020 de çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” xaniyê malbatê desteser kir ji gundê Rûta yê navçeya Mabetayê ku her 4 malbat tê dijîn û hemû navmaliyên wê talan kirin.

Çapemeniya dagirkeriya Tirkî wê demê ragihand ku şaneyeke girêdayî Rêveberiya Xweser hat girtin û xwe spartin memoriya telefona mobaylê. Desthilatên ewlehiyê yên Tirkiyê tu delîl ku tawanê piştrast dike pêşkêş nekir. Her wiha dîmenê ku qaşo di telefonê de girtiye, xuya nekir.

Related posts