AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî ji bo rûyê xwe li pêşiya raya giştî spî bikin, propagandaya komîteya bi navê “vegerandina mafan” dike. Li aliyekî din çekdarên milîsan gefan li şêniyên ku derheqê wan de giliyan li gel wê komîteyê vedikin, dixwin û ji wan dixwazin ku giliyê xwe bikişînin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şam” li gundê Kurzêlê, gefan li şêniyên ku malên wan li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hene ku eger giliyên ku derheqê niştedagîran de li gel komîteya “vegerandina mafan” vekirine, nekişînin, dixwin.
Çekdarên “Ehrar El-Şam” ên li gundê Kurzêlê girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne ku “Ebû Hesenên” sermilîsê wan û koma Naîm e.
Malpera Afrinpostê ji ber sedemên ewlehiyê, navên kesên ku gilî li milîsan vekirin û gef li wan hatine xwarin, xuya nake.
Di çarçoveya desteserkirina mal û milkên Efrîniyan de nûçegihanê Afrinpostê 3 rewş şopandin û parve kirin ku ew jî ev in:
- Çekdarekî koma bi navê “Neîm” ên milîsên “Cebha El-Şamiyê”, 2 şiqe yên şêniyê bi navê Mihemed Nasir desteser kirin.
- Çekdarekî ji koma yê bi navê “Ebû Hesenên” ên milîsên “Ehrar El-Şam” şiqeyeke şêniyê bi navê Tehsîn Nasir ku di avaniya “Ebû Ibrahîm Arûde” de ye, desteser kir.
- Her wiha çekdarekî “Cebha El-Şamiyê” ku navenda wan li çerxerêya Kawa ye, dest danî ser şiqeya şênî Mihemed Îbo.