Dagirkeriya Tirkî cîhadîstên Ozbekî li Şêrawayê belav dike

AFRINPOST-Taybet

Di çarçoveya xurtkirina çeperên şer li gundên navçeya Şêrawayê de li hemberî Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ku li vê dawiyê (HRE) rêzeçalakî li dijî milîsên Ixwanî pêk anîn, dagirkeriya Tirkî derdora 200 çekdarên Ozbekî ji parêzgeha Idlibê anîn û li wan gundan belav dike.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku “yekîneyên taybet” ên milîsên “Feyleq El-Şam” ku Abdullah Helawe sermilîsê wê ye, derdora 200 cîhadîstên Ozbekî derbasî gundên Şêrawayê kirin û li ser xeta şer belav kirin.

Nûçegihan da zanîn ku ev gava nû bi pîrozbahiyeke Tirkî pêk hat ku li gorî wê, dê cîhadîstên Ozbekî yên “Cebhet El-Nusra” li gundewarê Efrînê werin belavkirin û wek qonaxa pêşî wê li gundên Şêrawayê yên çeperên şer in, werin belavkirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku qonaxa duyemîn wê li navçeya Cindirêsê û gundên wê pêk were. Navçeya Şiyê jî, jixwe ji aliyê çekdarên Tirkmen ên bi navê “Silêman Şah” hatiye dagirkirin.

Armanc ew e ku herêma Efrîna dagirkirî ji derdorê ve were cudakirin ku ew çekdarên biyanî wê bi xwe re malbatên xwe jî bînin û li Efrînê bi cî bikin. Bi vî rengî prosesa guhertina demografîk bi rêkûpêk wê biçe serî.

Li gorî çavdêran, ev gav bi taybet piştî teqîna depoyekî cebilxaneyê yê tabûreke bi navê “Ozbekî” yê “Cebhet El-Nusra” ku di encamê de 15 çekdar û bêtirî 20 çekdaran birîndar bû, pêk hat.

Enqere di siyaset xwe ya destwerdanê li Sûriyê û pêkanîna guhertina demografîk de xwe dispêre nijada Tirkî. Destpêkê berê xwe da Tirkmenên Sûriyê û doza Tirkmenî ji bo destwerdanê, ji xwe re peyda kir piştre rêya gihîştina çekdarên Îgorî(Tirkustan) û Ozbekî (ji gelek nijadan in, lê nijadê Tirkî serwer e û bi zimanê Ozbekî yê ji malbata zimanê Tirkî(şaxa rojava) diaxivin, ji Sûriyê re hêsan kir.

Di 9`ê Sibata 2021 de, yê bi navê “Abdullah Helawe” bi rêya Tiwîterê damezirandina milîsên nû bi navê “yekîneyên taybet” ragihand û durişmeya wê jî ya ku bi zimanê Tirkî hatibû nivîsandin, ragihand û piştre sermilîs tevlî milîsên “Feyleq El-Şam” bû.

Li Sûriyê Ozbek:

Di rojên dawîn ên 2012 de Selah El-Dînê Ozbekî gihîşt Sûriyê û tabûrek bi kordîneya “Ehrar El-Şam” bi rê xistin kir. Wî li dijî Yekîtiya Sovyet gelek salan şer kiribû.

Hejmara Çekdarên Ozbekî Li Sûriyê:

Serokê meclisa rêveberiya mislimanên Ozbekistanê, miftiyê komarê Osman Xan Elîyof 11`ê Hezîrana 2019 ragihand ku derdora 3000 Ozbekî tevlî nava rêxistinên terorîst li Sûriyê û Iraqê bûn.

Tê zanîn ku Ozbek komên selefî ne û alîgirên Talîban in. Li gel rêxistinên Cîhadîst ên din li Sûriyê wek “Cebhet El-Nusra” û “Ehrar El-Şam” hevalbend in.

Girîngtirîn komên ku saz kirin tabûra “Îmamê Bûxarî” ku Ebû Mihemedê Ozbekî sala 2013 encam da piştre “Selah El-Dînê Ozbekî” û tabûra Tewhîd û Cîhad yên “El-Qaîdê” di Berfanbara 2014 de hatin sazkirin ku hinek endamên wan Ozbekî ne û sermilîsê bi navê “Seraj El-Dîn Mixtarof” ku bi “Selah El-Dînê Ozbekî” naskirî ye, serkêşiya wan dike her wiha şaxa wan a ragihandinê jî bi navê “Uşaq El-Cenê” tê naskirin.

Related posts