AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku termê zarokeke biçûk(2 salî) li baxçeyekî maleke bajarokê Cindirêsê hat dîtin.
Li gorî dîmenê ku Afrinpostê kopiyek bi dest xistiye, xuya dibe ku zarok gelek derbe ji serê xwe ve xwariye û şûna wan jî xuyayî ne.
Çavkanî didin zanîn ku 4`ê Nîsanê gor hat vedan û termê zaroka biçûk hat derxistin. Dayîkê dema termê keça xwe wiha dît, qêriya. Piştre desthilatên dagirkeriyê dayîk û bavê wê bi mebesta lêpirsînê girtin. Li gorî agahiyan her duyan ji ber ku zarokê bi şev qîr dikir, ew kuşt.
Lê belê nasnameya zarokê nehat zanîn ku ya tê zanîn dayîka wê ji Idlibê ye û hevjînê wê ji gundê Mela Xelîl e, lê agahî ne piştrast in.