Dagirkeriya Tirkî careke din gundê Bênê û Aqîbê yên Şêrawayê topbaran kirin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî îro piştî nîvro, gundên navçeya Şêrawayê careke din topbaran kirin. Derbarê ziyanên madî û mirovî de ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî 8`ê Nîsana 2021`an gundê Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî , hemwextî firîna balafirên keşfê topbaran kirin.

Topbarana dijwar li ser navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê piştî kuştina 2 leşkerên Tirkî li ser destê Hêzên Rizgariya Efrînê zêde bûye.

Related posts