AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî, di pêkanîn û sûcên xwe derheqê şêniyên Kurd li Efrîna dagirkirî berdewam dikin. Milîs bi her awayî hewl didin ku şûnwarên herêmê wêran û talan bikin da ku demografiya herêmê bi her awayî biguherînin
Dever û pênasekirin:
Girê Berbeûş li bakur rojavayê bajarokê Mabeta bi derdora 2 KM dikeve û ji bajarê Efrîna dagirkirî derdora 25 KM dûr e. Dever bi girê Sultan Berbeûş tê naskirin. Ew dever li qeydeyên şûnwarên Sûrî bi biryara 244/a sala 1981 wek girekî şûnwarî û li ser wî mezarekî olî yê koma Elewiyan e.
Karên xerabkirinê:
Di rapora ku gerînendetiya şûnwaran a Efrînê amade kiriye de wiha hatiye parvekirin:
Dagiurkeriya Tirkî û milîsên wê gir di nîvê sala 2019`an de bi maşîneyên mezin koland û me ev binpêkirin bi video belge kirin