AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriyê roja Înê xortekî Kurd bi navê Ebid El-Ruhman Elî ji zîndana Maratê ya navendî, piştî du salan ji revandinê berda.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şênî Ebid El-Ruman 27 salî ji beriya 2 salan ve ji mala wî li gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê ji aliyê milîsên “El-Hemzat” ve hatibû revandin û birin zîndanekê li herêma Babê ya dagirkirî û piştre ji zîndana milîsên “polîsên leşkerî” ya li Maratê hat veguhastin û wiha dewam kir;
Malbata Ebid El-Ruhman 30000$ fidye beramberî berdana wî da. Milîsên “polîsên leşkerî” û “El-Hemzat” di nava xwe de ew pere dabeş kirin û destnîşan kir ku milîsan otomobîla wî û avaniyeke niştecihiyê ya malbata wî li taxa Eşrefiyê desteser kir.
Desthilatên dagirkeriya Tirkî beriya derdora hefteyekê xortê Kurd bi navê Nîdal Elî piştî derbasbûna bêtirî du salan û nîvan ji mala wî li gundê Keferdelê yê Cindirêsê bi tawana tevlîbûna nava hêzên Sûriya demokratîk bin çav kiribû, berda.