AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî îro bi nîvro bajarê Til Rifetê yê Şehbayê topbaran kir û di encamê de 12 kes ji şêniyên bajêr û koçberên Efrînê birîndar û şehîd bûn.
Nûçegihan diyar kir ku dagirkeriya Tirkî naverasta bajêrê Til Rifetê ku tijî şênî ye, topbaran kir ku herî kêm 12 kes şehîd û birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran e, ji ber vê yekê dibe ku hejmara şehîdan zêde bibe.
Şehîdên komkujiyê ev in;
- Macid Yasir Sekran (5 salî) ji şêniyên Til Rifetê
- Ebid El-Muhsin Sekran (12 salî) ji şêniyên Til Rifetê
- Nazliyê Mihemed Mistefa koçbereke Efrînî ye
Her wiha birîndar jî ev in;
- Mihemed Nûrî Yûsif (35 salî) ji navçeya Bilbilê ya Efrînê
- Mihemed Sekran
- Ehmed Ebid El-Hesen Sekran (33 salî)
- Eliya Heyder Hebeş (19 salî)
- Xalid Mihemed El-Elî (46 salî)
- Sadiq Mihemed Ebdo (15 salî)
- Xalid Dodex (33 salî)
- Seid El-Dîn El-Es (30 salî)/rewşa xwe giran e/
- Mezlûm Îbrahîm Dado (31 salî)