AFRINPOST-Taybet
Ji ber nebûna ewlehiyê li bajarê Efrînê, bûyerên diziyê yên cuda rû didin.
Bi ser wê de jî şênî newêrin li pêşiya dizan bisekinin û tevî ku mal li pêşiya xwediyên wan tên dizîn jî, newîrin destwerdanê bikin an rê li ber wan bigirin.
Diz çekdar in û tiştê ku bi diziyê bibin dikarin bi zora çekê jî bibin bêyî ku ti kes li pêşiya wan bisekine.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şênî(X.X) ku mala wî li taxa Zîdiyê ye, beriya hefteyekê li ber destê sibeha Pêncşemê 10’ê Kanûnê ji aliyê du kesên nenas ve hat dizîn û tê tercîhkirin ku diz kesên Xûtayî ne, 100 $ û hemû cilûbergên malbatê û hinek navmalî dizîn.
Nûçegihan destnîşan kir ku malbat pê hesiyan ku diz derbasî malê bûn, lê belê newêrîn rûbirûyî wan bimana ku tirsîn ew çekdar bin û wan bikujin. Keça şênî di nava nivîna xwe de bû lê newêrî tiştekî bikira û wiha dewam kir;
Bûyera diziyê bandor li derûniya keçikê kir û ew derbasî rewşa tirsê kir ku dema deriyê malê lêdikeve gelekî ditirse, digirî û direve.
Wisa xuya dike ku encamên diziyê ne tenê bandorên madî ne, lê bandorên derûnî jî bi xwe re tîne, hestên tirs û bêhêvîbûnê di hundirê malên şêniyan de çêdike.
Bûyerên dizî û talaniyê aşkere di nava rojê de pêk tên. Têkildarî wê li taxa Eşrefiyê û li dora wê, komek bi ser milîsên “Ceyş El-Îslam” ve, diziyê aşkere dikin, êdî ew motorsiklet, tiştên elektronîk û heta tirimpêlan didizin.
Roja Pêncşemê 17’ê Kanûnê, niştedagîran çend dizî li gundê Turindê ya tevlî taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bûye, pêk anîn. Di nava wan de li cadeya 30’î li ser rêya Turindê 2 motorsiklet hatin dizîn. Û çend saetên kehrebeyê ku nû hatin pevxistin jî hatin dizîn. Her wiha li pêş çavên hemûyan jî kabloyên kehrebeyê yên ku şirketa kehrebeyê dirêjî malan kiribûn, didizin.
Her wiha ya bi navê ewlehiya çerxerêya Kawa ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” şênî Mihemed Ehmed bi nasnav Ebû Mehmûd ji şêniyên navçeya Cindirêsê 300 $ bi bihaneya ku navê wan di lîsteyan wan a ewlehiyê de hebû.