AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê hat agahdarkirin ku milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagikeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Şemiyê 5’ê Kanûna 2020, jineke Kurd bi navê Kurdistan Mihemed Berekat ji mala wê li gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrawa revand û bir navenda xwe ya li gundê Basûfanê û heta niha nehate zanîn ku bi çi tawanê hatiye revandin.
Nûçegihan diyar kir ku dewriyeyek ji milîsan bi serkêşiya yê bi navê “Hemûd Subhî El-Cer” dema ku hevjînê wê ne li malê bû, bi ser mala jina Kurd de girt û revand. Hevjînê wê bi her awayî hewl dide ku jina xwe ji destê milîsan berde, lê milîs gefa mirinê li wî xwar.
Nûçegihan da zanîn ku şênî Kurdistan beriya wê bi demekê dîsa ji aliyê koma yê bi navê “Ebû Zeyd” hatibû revandin, lê belê li ser soza hevjînê wê ku wê jina xwe derbasî herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûrî neke, hat berdan.
Li vê dawiyê Milîsên “Feyleq El-Şam” li gundê Basûfanê û Buyê û Kibêşînê pêngaveke binçavkirinê dan destpêkirin ku di encamê de bi dehan ji şêniyên wan gundan bin çav kirin. Li gorî tora çalakvanên Efrînê, wê çaxê tenê li gundê Buyê 15 şênî hatin binçavkirin û ew jî ev in;
1- Umer Hesen Xilo
2- Mûsa Elî
3- Nasir Umer
4- Hecî îbrahîm
5- Seîd Ehmed
6- Rolat Seîd Ehmed
7- Îbrahîm Mûsa Elî
8- Cemal Behrî
9- Izet Behrî
10- Ehmed Mihemed Mehmûd
11- Mehmûd Sebrî Hemo
12- Mihemed Hesen Xelîl
13- Merwan Hecî Osman
14- Mihemed Mistefa Mamo
15- Mistefa Osman Mehmûd